Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê teqînên mezin
Di roja 27'emîn a şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl-Îranê de li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê teqînên mezin rû dan.
Di roja 27'emîn a şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl-Îranê de li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê teqînên mezin rû dan.
Şerê bi êrişên hevbeş ên Îsraîl û DYE'yê li ser Îranê di 28’ê Sibatê de destpêkir, her diçe berfirehtir û dijwartir dibe. Di roja 27’emîn ya şer de, êrişan dewam kirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî, îro dengê teqînên mezin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê; Bîrcend, Mihabad, Kirmaşan û Esfehanê hate bihîstin.
Hate diyarkirin ku li bajarê Mihabadê baregehek ya Pasdarên Şoreşê hate hedef girtin. Her wiha 7 teqînên mezin bajarê Kirmaşanê hejand, navçeya Gerû Kanêşt baregehek mûşekan ya Fermandariya Hêzên Hewayî ya Pasdarên Şoreşê hate hedef girtin.
Li Loristanê êrişî baregeh û navenda Artêşa Pasdarên Şoreşê hate kirin, dengê teqînek mezin û derbazbûna balafirên şer di navbera Selmas û Urmiyeyê de hate bihîstin. Teqînek li kolana Bahuner ya Esfehanê çêbû ku êrişek hatî hedef kirin bû.